Dijeterora Kurdistanê: Êrîşî bingeha Hevpeymanan li Hewlêrê hat kirin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragehand, êrîşeka dronî bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlrê hat kirin û li gor zanyaran çi zirarên canî nebûn.

Îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Dijeterora Kurdistanê ragehand, bi rêya droneka bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, ew êrîş îro (Duşem. 25ê Berçileya 2023ê) seet 16:03 bi rêya droneka bombekirî hatiye kirin.

Li gor zanyarên Kurdistan24ê, wê êrîşê çi zirarên canî nebûne û geştên asmanî jî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê asayî ne.