Amerîka çend bingehên Hizbulahê li Îraqê topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê parve kiriye, di bersiva wan êrîşan de yên ku li Îraqê û Sûriyeyê bo ser bingehên wan tên kirin, çend bingehên Hizbulahê li nav axa Îraqê kirine armanc.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû helsengandinên destpêkî, bingehên Hizbulahê hatine wêrankirin û çend çekdarên wê jî hatine kuştin, çi zirar jî negehiştine welatiyên sivîl.

Tekez li ser wê yekê jî kir ku, Amerîka helsengandinê ji bo berdewambûna li ser bersivên bi wî rengî dike û hêzên xwe diparêze.

Herwesa Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê parve kiriye ku, êvara doh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) çekdarên Hizbulahê êrîş kiriye ser bingehên Hevpeymanan li Hewlêrê û sê kes birîndar bûne.

Ji aliyekê din ve Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ragehandiye, êrîşên wan bersivên wan êrîşan in ên ku ji aliyê komên çekdar ve bo ser hêzên wan hatine kirin.

Pentagonê herwesa ragehandiye, êrîşên li ser komên çekdar li Îraqê bi biryara Serokê Amerîkay Joe Biden bûn.

Ev di demekê de ye ku doh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Dijeterora Kurdistanê parve kiribû, “Bi rêya droneka bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdelwtî ya Hewlêrê hat kirin”.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar li Îraqê Yehya Resûl jî êrîşa dronî ya nêzî Balafirxaneya Navdelwtî ya Hewlêrê şermezar kir û wekî kiryareka teroristî wesifand û got, “Ev kiryarên tawankarî zirarên digehînin berjewendiyên Îraqê û peywendiyên herêmî û navdewletî”.