Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kargehên biçûk vedikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber rewşa aborî ya xirab, nebûna derfetên karî û kargehên mezin, welatî kargehên biçûk vedikin.
Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hindek hostayên dirûtina cilikan dest ji awayê kevin ê karkirinê berdaye û bi damezrandina kargehên biçûk berê xwe daye çêkirina cilikan.
Niha berhemên van kargehên biçûk li ser astê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hevrikiya cilikên Tirkî û Çînî dikin.
Ew kargeh li dû pêdivîtiya bazarî û guhertina werzan cilikên taybet çê dikin.
Mihemed Elîzade ku xwediyê kargeheka biçûk a cilikan e dibêje, “Li vê kargehê ji cilikên dibistanan ên zarokan heta hemî cûnên cilikên jin û mêran bi hejmareka zêde û bi qebareyên cuda cuda tên çêkirin û ji bo sûkan tên şandin”.
Herwesa amajeyê dide, “Berhemên wan ji pêdivîtiyên bajarî zêdetir in, lewma jî hindek ji berhemên wan bo bajarên din ên Îranê û Herêma Kurdistanê tên şandin”.
Şêrzad Fethî jî ku hostayê dirûtina cilikan e dibêje, “Ji ber ku berhemên van kargehên navxweyî ji berhemên hawirde erzantir in û ji aliyê kalitiyê jî ve hevrikiya berhemên biyanî dikin, daxwazeka zêde li ser wan heye”.
Herwesa dibêje, “Her kargehek jî li gor werzê karî û giraniya karan derfetên karî ji bo pênc heta 15 kesan peyda dike”.