Romanowski: Divê êrîşên li ser artêşa Amerîkayê li Iraqê rawestin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê daxwaza rawestandina êrişên grûpên “terorîst” li ser hêzên Amerîkayê li Iraqê dike.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski li platforma “X” nivîsî: “Ji bo Serok Biden, ti tiştek ji parastina Amerîkîyên ku li deverên metirsîdar xizmet dikin, ne girîngtir e.”

Romanowski got: “Hêzên Hevpeymanan û Amerîka yên li Iraqê, mêvanên hikûmeta Iraqê ne û êrîşkirina li ser wan, êrîşa li ser Iraqê ye.”

Balyoza Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir: “Divê êrîşên ji aliyên grûpên terorist ve li ser hêzên Amerîkî li Iraqê rawestin.”

Ev daxuyaniya Balyoza Amerîkayê piştî wê tê, hêzên asmanî yên Amerîkî sê cih li Iraqê bombebaran kirin ku ji aliyê komên ser bi Îranê ve dihatin bikaranîn, weke bersivekê li ser êrîşa duhî ya ku li ser baregeha hêzên hevpeymaniyan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin, ku bû sedema birîndarbûna sê leşkerên Amerîkî.

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî, ji meha Cotmehê ve zêdetir ji 103 êrîşan li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.