Parlamentoya Tirkiyeyê tevlîbûna Swêdê di NATOyê de ber bi “qonaxa dawî” ve dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Karûbarên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê, protokola endamtiya Swêdê di NATOyê de pejirand. 

Komîsyona Karûbarên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê, îro 26.12.2023an bi armanca gotûbêjkirina protokola endamtiya Swêdê di NATOyê de civiya. Protokol bi dengên nûnerên AK Partî, MHP û CHPê hat pejirandin.

Herwiha Îyî Partî û Partiya Saadetê dengên nexêr bo endamtiya Swêdê dan û DEM Partî jî beşdarî dengdanê nebû.

Piştî biryara Komîsyona Karûbarên derve, biryar e protokol were rojeva civata Giştî ya Parlamentoyê û biryara dawîn were dayîn.

Piştî êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, Swêd û Fînlandayê biryar dabûn tevlî NATOyê bibin, lê Tirkiyeyê bi sedema ku Swîd alîkariya PKK û PYDê dike, mijar neanîbû rojeva parlamentoyê.

Herî dawî Serokomarê Tirkiyeyê dabû xuyakirin, Serokê Amerîkayê Jeo Biden gotiye, eger Tirkiye endamtiya Swêd erê bike, ewê firokeyên F16 bidin wî welatî.