PWK: Tirkiye kiryarên Israîlê şermezar dike lê li Kurdistanê êrîşî sivîlan û cihên pêdiviyên jiyanê dike

Logoya PWKyê
Logoya PWKyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek li ser tora civakî ya Facebookê parve kiriye û ji Tirkiyeyê dixwaze ku dawiyê li şerî, operasiyonên leşkerî, şîdetê û çalakiyên çekdarî bîne.

Îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) PWKyê peyamek li ser tora civakî ya Facebookê parve kiriye, tê de hatiye, “Gelek balkêşe ku, di serî de serokkomar û tevaya dezgehên Dewleta Tirk, kiryarên Îsraîlê yên dijî Hemasê bi hinceta kuştina sivîlan û rûxandina cîh û warên pêdivîyên jîyanê protesto dikin, lê di heman wextê de bi bahaneya dijî PKKyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşan dibe ser cîh û warên sivîlan û navendên pêdivîyên jîyanê hedef digire”.

Di pareka dî ya peyama PWKyê de hatiye, “Êrîşa PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê, di encamê de xizmet ji wê yekê kirîye ku, Dewleta Tirkîyeyê bikaribe stratejî û plana xwe ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bicîh bîne û dîyar dibe ku PKK di wê sîyaseta xwe ya şîdetê, ya şaş û zerarê dide miletê Kurd, dide gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê de bi îsrar e”.

Herwesa di wê peyamê de bangî Tirkiyeyê dike, “Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dev ji vê sîyaseta xwe ya beyhûde ya li dijî kurdan berde; demildest dawî li van êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên li ser sivîlan û li ser cîh û warên jîyanê berdin. Herweha dawî li êrîşîn xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bînim”.

 

Peyama PWKyê li ser êrîşên Tirkiyeyê bo Başûr û Rojavayên Kurdistanê

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Divê dawî li şerî, operasyonên leşkerî, şîdetê û çalakîyên çekdarî bê anîn

PKKyê 23yê Çileya Pêşîna 2023yê de, li Başûrê Kurdistanê êrîşeke çekdarî bir ser leşkerên Dewleta Tirkîyeyê. Ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê hate ragehandin ku di encama vê êrîşê de 12 leşkerên Dewleta Tirkîyeyê canê xwe ji dest dane.

Piştî vê êrîşa PKKyê, Dewleta Tirkîyeyê, wek gelek caran, ev êrîşa jî kir behane û li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşeke leşkerî dest pê kir. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê êrîşeke gelekî berfireh bir ser cîh û warên sivîlan; navendên av û elektrîkê û bingehên neftê. Di encama van êrişan de heta niha gelek sivîlan jîyana xwe ji dest dane, zerareke mezin gihîştîye navendên pêwîstîyên jîyana gel.

Gelek balkêşe ku, di serî de serokkomar û tevaya dezgehên Dewleta Tirk, kiryarên Îsraîlê yên dijî Hemasê bi hinceta kuştina sivîlan û rûxandina cîh û warên pêdivîyên jîyanê protesto dikin, lê di heman wextê de bi bahaneya dijî PKKyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşan dibe ser cîh û warên sivîlan û navendên pêdivîyên jîyanê hedef digire.

Êrîşa PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê, di encamê de xizmet ji wê yekê kirîye ku, Dewleta Tirkîyeyê bikaribe stratejî û plana xwe ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bicîh bîne û dîyar dibe ku PKK di wê sîyaseta xwe ya şîdetê, ya şaş û zerarê dide miletê Kurd, dide gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê de bi îsrar e.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dev ji vê sîyaseta xwe ya beyhûde ya li dijî kurdan berde; demildest dawî li van êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên li ser sivîlan û li ser cîh û warên jîyanê berdin. Herweha dawî li êrîşîn xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bînin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî bi rêya dîyalogê û aştîyane bêne çareser kirin, li gel hemû partîyên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li gel Rêveberîya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li gel hemû alîyên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê rûnin û gavên pêwîst bavêjin.

Em bangî hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên civakî yên li Bakurê Kurdistanê dikin ku ji bo PKK dawî li hemû çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê didin gelê me bîne; ji bo Dewleta Tirkîyeyê dawî li sîyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bîne; dawî li operasyonên xwe yên leşkerî, şer, serdestkirin û kuştinên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bîne; em bi yek dengî li himberî van şaşîyan destên xwe bidin hev û helwestek hevbeş bigrin.

Ev şer û çalakîyên çekdarî yên heyî ne di berjewendîya miletê Kurd, miletê Tirk, xelkên Kurdistanê û xelkên Tirkiyeyê de ye. Loma jî em li dijî vî şerî, çalakîyên çekdarî û van êrîşên li ser navend û wargehên sivîl û xelkên sivîl in. Em naxwazin êdî zêdetir zarokên kurdan, tirkan û hemû pêkhateyan li Kurdistanê û Tirkiyeyê bêne kuştin.

Em bangî hemû ronakbîr, malbat, sîyasetmedar, dezgehên sivîl û pêşeyî, keseyetên civakî yên Tirkîyeyê yên ku ji şerî, zilmê, neheqîyê, asîmîlasyonê re, ji sîyaseta li dijî kurdan re dibêjin ‘’na’’ dikin; werin bi gelê Kurdistanê re li himberî şerî û çalakîyên çekdarî dengê xwe bilind bikin.

Cîhê fikir û gumana ye ku, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê, Emerîka, Rûsya û dewletên mezin, çavên xwe ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digrin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê, Emerîka, Rûsya,Fransa û dewletên mezin dikin da ku li himberî êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser xelkê sivîl û li ser navendên jîyanê helwestê bigirin û ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin gavên pêwîst bavêjin.

PWK ji şer, operasyonên leşkerî û şîdetê re dibêjin ‘’na’’; ji çareserîya sîyasî re dibêjin ‘’erê’’.

Divê ji bo çareserîya pirsgirêkan rêya dîyalogê, rê û rêbazên meşrû esas bêne girtin.

27.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)