Neviyeke Şêx Seîd hat girtin û mercekê hat azadkirin

Parêzer Ensar Firat
Parêzer Ensar Firat

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê Neviya Şêx Seîd li parêzgeha Erziromê girtin û bi mercê ku rojane li ser tora civakî “X” ala Tirkiyeyê biweşîne, hat azadkirin.

Parêzerê Malbata Şêx Seîd Ensar Firat ku ew bi xwe jî endamê malbatê ye ji K24ê re da zanîn ku dotmama wî Noşîn Firat li Xinusa Erziromê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û sedem jî ew e ku sala 2014an de tevlî civînek a Kongreya Civaka Demokratîk bûye.

Ensar Firat da zanîn jî, piştî wergirtina îfadeya Noşîn Firat, ew bi mercê ku heftê 3 rojan îmzeyê bide û her roj ala Tirkiyeyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve bike, hat azadkirin.

Parêzer Ensar Firat da zanîn, nexweşiyên giran ên Noşîn Firat hene û ev pêvajo zirarê dide tendirustiya wê jî.