Komîteyek ji bo pêdaçûna di projeyasaya Dadgeha Federal de bike tê avakirin

Dadgeha Federalî
Dadgeha Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê komîteyekê ji bo pêdaçûnê di projeyasaya Dadgeha Federalî de bike, pêk tîne.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, belav kir, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî Şêwirmendê Karûbarên Destûrî destnîşan kir ji bo avakirina komîteyek ji bo pêdaçûnê di projeyasaya Dadgeha Bilind a Federalî de bike, ku hikûmetê di sala 2015an de amade kiribû, lê nehatibû pesendkirin.

Diyar kir jî, hikûmetê projeyasayek amade kiriye û hewl daye pêdaçûnê di hindek deq û babetan de bike ku di xulên berê yên Parlamentoya Iraqê de, cihê nerazîbûnê bûn.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê got ku ev projeyasa di warê naverokê de, hetiya pêşxistin.

Tekez kir jî, Hikûmet cidî ye ku bi hemû hêzên siyasî û niştimanî re şêwirê derbarê vê projeyasayê de bike.

Dadgeha Bilind a Federalî li Iraqê, dezgeha dadwerî ya herî bilind e. erkê wê yekalîkirina nakokî û kêşeyên destûrî ye.