Dosyaya ewlehiya Kerkûkê dê radestî polîsên xwecihî bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyeke Wezareta Navxwe ya Iraqê li Kerkûkê ye, ji bo şopandina karîna Polîsa Kerkûkê û destnîşankirina kêmasiyên Rêveberiya Polîsan li Kerkûkê, da ku ewlekariya bajêr ji artêşê werbigire.

Heta niha dosyeya ewlehiya Kerkûkê radestî polîsên xwecihî nehatiye kirin, her çend e pêştir Serokwezîrê Iraqê biryar dabû ku dosyeya ewlehiya Kerkûkê radestî polîs bibe, lê hîn jî li hin deverên bajêr leşker û hêzên leşkerî bicih bûne.

Ji hefteyekê ve komîteyeke Wezareta Navxwe ya Iraqê ji bo gotûbêjkirina tedbîrên vegerandina dosyaya ewlehiyê li Kerkûkê ye. Rêvebirê Polîsê Kerkûkê Lîwa Kawa Xerîb ragihand, komîteyek ji Bexdayê hatiye bo naskirina kêmasiyan û di çend mehên bê de, dê dosyayê werbigire.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, dosyaya ewlehiyê ya Kerkûkê ji destê polîs hat derxistin û ji aliyê artêşê ve hat birêvebirin. Şêniyê bajêr jî hebûna otomobîlên leşkerî yên li tax û kolanan weke diyardeyeke ne medenî binav kirin û gotin: “Divê di demek herî zû de, ev rewş bidawî bibe.”

Li gorî bernameya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, diviyabû artêş û hêzên leşkerî ji bajaran vekişin û li şûna wan polîsên xwecihî bicih bibin.