Li Hewlêrê konferansek li ser kursiyên kutayan tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê bi beşdariya nûnerên pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, konferansek derbarê kursiyên koteyan de tê lidarxistin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, di konferansê de dê li ser giliya ku li ser kursiyên kotayan ya li Dadgeha Federalî hatiye vekirin, gotûbêj bên kirin.

Dadgeha Federalî a Iraqê 7 caran derbarê gilîkirina li dijî dabeşkirina kursiyên kuteyan, civînên xwe bipaş dixe.

Siyasetmedarê Xiristiyan Ziya Petros ku di konferansê de beşdar bûye ji K24ê re ragihand: “Paşxistina vê biryarê diyar e ku bernameyek siyasî li pişt wê heye. Herî dawî di 27/12/2023 de, ji ber ku nûnerên Xiristiyan û Tirkmenan wek aliyên sêyemîn beşdar bûn, hat paşxistin.”

Herwiha got: “Rexneyên me hemûyan li ser wê dabeşkirina kuteyan hene, ku bi cih û pêkhateyên Herêma Kurdistanê re nagunce.”

Herwiha got: “Ewên ku tekezî li ser dabeşkirina kursiyên kuteyan dikin, dixwazin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê careke din bên paşxistin.”