Rêjeya geştiyariya Diyarbekirê di 2023an de ji sedî 60 daket

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekira ku yek ji navendên geştiyariya Bakurê Kurdistanê ye, rêjeya geştiyaran îsal ji %60 daket. Li gorî amarên ku ji aliyê rêveberên qada geştiyariyê û kompaniyên geştê ve hatin parvekirin; hejmara hatina geştiyaran a ku îsal dihat armanckirin, nîvenîv kêm bûye.

Bajarê Diyarbekirê ku bi cihên xwe yên dîrokî û geştiyariyê di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire û wekî dergûşa şaristaniyan tê zanîn, îsal bi hejmareke kêm a geştiyaran mazûvaniya xwe kir. Rêveberên Komeleya Geştiyarî û Otelvaniyê ya Tirkiyeyê da zanîn ku hejmara geştiyaran a îsal li Diyarbekirê gelek daketiye û sedemên wê jî wiha ragihandin:

Rêveberê Komeleya Geştiyarî û Otelvaniyê yê Tirkiyeyê Kadîr Varçîn ji K24ê re got: “Wekî tê zanîn, li herêmê erdhejek çêbû û ji ber tirsa erdhejê hemû bername, civîn û çalakiyên ku geştiyaran bikişînin vê derê, hatin betalkirin. Ji ber vê yekê jî derbeyeke mezin li qada me ya geştiyariyê ket. Dema em li sala 2024an jî binihêrin, me bi rêya fuarên danasînê û hevdîtinên fermî, gelek dan û stendin kirin ku em geştiyaran bikişînin Diyarbekirê. Heger şer, bûyer û karesatek çênebe, armanca me ew e ku em di sala 2024an de mazûvaniya 2 milyon û 500 hezar geştiyaran bikin.”

Di sala 2022yan de hejmara geştiyarên ku hatibûn Diyarbekirê, milyonek û 70 hezar kes bû. Ji bo ku qada geştê li bajêr hîn geştir bibe, ji bo sala 2023yan jî hatina milyonek û 500 hezar geştiyaran hatibû armanckirin. Lê belê amar nîşan didin ku ev hejmar di bin 700 hezarî de maye û rêje ji %60 kêm bûye. Rêveberên Kompaniyên Geştiyariyê ku di heman demê de otêlvaniyê jî dikin, didin zanîn ku otêl jî ji % 50 vala ne.

Xwediyê Kompaniya Geştiyaran Murad Gezer dibêje: “Sala 2023an ji bo Diyarbekirê qet baş derbas nebû. Par me 50 otobus tijî geştiyar dihanîn û digerandin, em îsal daketine 2-3 otobusan. Ji ber vî awayî em dixwazin ji bo bajarê me xebateke baş bê kirin, komxebat bên kirin.”

Bendewariyên hatina geştiyaran a ku îsal ji bo Diyarbekirê dihat payîn, bi cih nehatin. Rêveberên qada geştiyariyê diyar dikin ku ji bilî bandorên erdhejê, ji ber qeyrana aboriyê û ji ber kêmasiya danasîna bajêr, ev encam derketine holê.