Ziyandîtiyên erdheja Efrînê hîna di rewşeke xirab de ne

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdetirî deh mehan ji erdhejê, hejmareke mezin ji xelkê bajarokê Cindirêsa Efrînê hîna di nava êş û azaran de dijîn. Li gorî ziyandîtiyan, erdhejê karesat bi ser wan de aniye û jiyana wan bi temamî guhertiye û hejmareke mezin ji wan hîn di bin çadiran de dijîn û alîkarî kêm bi wan re tên kirin.

Welatiyê Cindirêsê Mihemed Nor dibêje: “Piştî erdhejê, ti alîkarî wek pêdivî me nedît, alîkarî tenê gihîşt ji sedî 10 ji ziyandîtiyan. Gelek derz ketine mala min, lê heta niha min rûyê ti rêxistinan nedîtiye.”

Piştî 10 mehan ji erdhejê, hejmareke mezin ji welatiyan ku birîndar bûne yan endamên xwe winda kirine, hîn jî di bin çadiran de di nav hejariyê de dijîn.

Koçber Ehmed Hesen dibêje: “Ez seqet û nexweş bûme, lê kesekî li me binêre tune ye. Rewşa me xirab e û ti kes alîkariyê bi me re nake. Em li bin çadiran û di nava heriyê de ne û ez nikarin kar bikim û malbata xwe xwedî bikim.”

Li aliyê din xwebexş û endamên rêxistinên xêrxwaziyê yên li bajêr tekez dikin ku heta ji wan tê, ew bi erkên xwe radibin, lê karînên wan jî kêm in û pêdivîtiya wan bi alîkariyên zêdetir heye, bi taybet di vê werza Zivistanê de.

Xwebexşa di Tîma Ciwanên Sûriyeyê de Renda Hesîko dibêje: “Piştî erdhejê ku niha Zivistan hatiye, ne mazot û ne êzing hene. Alîkariyên wek xwarin û derman jî gelekî kêm digihin xelkê.”

Erdheja ku 6ê Sibata 2023ê li bakurê Sûriyeyê rû daye, ziyaneke mezin gihandiye herêma Efrînê û bi taybetî navçeya Cindirêsê, ji bilî qurbaniyan, bi sedan xanî û avahî hilweşiyan û nêzîkî 50 hezar kesan bê cih û war man û di bin çadiran de di rewşeke xirab de dimînin.