Operasiyoneke hevpar li kampa Holê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî hat lidarxistin

Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasiyoneka hevpar li dijî DAIŞê li Kempa Holê li dar xist.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di peyamekê de ragehand, “Şeva borî, 27ê Berçileya 2023ê, hêzên ku ev operasiyon li dijî çeteyên DAIŞê li dar xist, Dezgeha Ewlekariya Giştî îstixbarata leşkerî û hêzên me yên operasiyonê bûn”.

Herwesa amaje da, “Di operasiyonê de çeteyan bergirî kir û hêzên me jî li wan vegerand”.

Zêdetir ron kir, “Di encamê de 2 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û ev tişt ji destê wan hatin desteserkirin; çekek Kilaşînkovê, Cercûrek, 5 mermiyên damanceya 8,5, rextekê leşkerî, 2 Çenteyên leşkerî û telefoneke destan”.

Hat xuyakirin ku çeteyên hatine kuştin yek ji wan Emîrê şaneya DAIŞê bû, navê wî jî Ebû Meawiye ElRaqî ye. Ya dî jî hevjîna wî bû, navê wê jî Im Ayişe ye ku plan dikirin operasiyonên armancgirtinê li dijî hêzên di Kampê de pêk bînin.