Encamê dawiyê yê hilbijartinên Civata Parêzgeha Neynawayê hat ragehandin

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê
Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên civatên parêzgehan ragehandin û amaje da wê yekê ku li Neynawayê 906 hezar û 294 dengên durist hatine hejmartin û li ser 29 kursiyên civata parêzgeha wî bajarî tên parvekirin, ku lîsta PDKyê kariye bibe xwediya çar kursiyan.

Doh (Pêncşem, 28ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên civatên parêzgehan ragehandin û amaje da wê yekê ku piştî serrastkirina skalayan encam li parêzgeha Neynawayê bi vî rengî bûn; hejmara giştî ya dengan 906 hezar û 294 deng bûn û li ser 29 kursiyan tên parvekirin û 19 kursî ji bo mêran û heft kursî ji bo jinan û sê kursî jî ji bo kutaya pêkhatan in.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ron jî kir, lîsta Neynawayê ji xelkê wê kirî 148 hezar û 769 dengan bibe û bibe xwediya çar kursiyan li Civata Parêzgeha Neynawayê.

Komisyona Bala amaje daye wê yekê jî ku, hevpeymaniya Peymana Niştîmanî 87 hezar û 391 deng û sê kursî, Siyadeyê 75 hezar û 74 deng û du Kursî, hevpeymaniya Pêşkeftina Niştîmanî/Teqedûmê 74 hezar û 188 deng û du kursî, Hesma Niştîmanî 61 hezar û 662 deng û du kursî, hevpeymaniya Hedbaya Niştîmanî 61 hezar û 364 deng û du kursî, Nasnameya Niştîmanî 54 hezar û 791 deng û du kursî, Yekîtiya Xelkê Neynawayê 50 hezar û 606 deng û du kursî, hevpeymaniya Ezmê 46 hezar û 648 deng û yek kursî, Partiya Niştîmanî ji bo Nûbûnê 43 hezar û 657 deng û yek kursî, Mihemed Arif Yûsiv Qember Şebekî/ Şebek 14 hezar û 440 deng û yek kursî, Îdan Şivan Şiro Silêman / Êzidî 6 hezar û 582 deng û yek kursî, Bizava Babîlonê/ Mesîhî 6 hezar û 195 deng û yek kursî birine.

Herwesa Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ragehandiye, namzedê lîsta PDKyê Ehmed Nazim Dûberdanî neh hezar û 158 deng, Ehmed Kenan Ebdulxefûr heşt hezar û 234 deng, Faris Sidîq Birîfkanî heft hezar û 580 deng, Êrîvan Mehdî Hacî Elo şeş hezar û 517 deng birine.

Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehan hatin kirin.

PDKyê wekî yekane aliyê serekî yê Kurdistanî di hilbijartinên Civata Parêzgeha Neynawayê de lîsta xwe ya serbixwe hebû û bi nav û logoyê xwe bi lîsta hejmar 197 tevlî hilbijartinan bû û 52 kandîd hebûn ku ji piraniya pêkhatên olî û neteweyî û deverî yên wê parêzgehê pêk hatibûn.