Xurşîd Elîka: Tirkiye dixwaze her kes ji Rojavayê Kurdistanê bar bike

Xurşîd Elîka
Xurşîd Elîka

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in û gelek zirar gehandine biyavên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê, aborînasek dibêje ku Tirkiye dixwaze her kes ji Rojavayê Kurdistanê bar bike.

Doh (Çarşem, 28ê Berçileya 2023ê) Aborînas Xurşîd Elîka ji Almanyayê ji K24ê re got, “Van êrîşan bandoreka aborî ya mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye û metirsiyan li ser xelkî û mirovên bêguneh çê dike”.

Herwesa got, “Eger ev êrîş berdewam bin, rewşa aborî dê bicemide û çi kesek nikare pereyê xwe bimezêxe”.

Xurşîd Elîka eşkere kir, “Tirkiye dixwaze her kes ji Rojavayê Kurdistanê bar bike”.

Zêdetir ron kir, “Tirkiyeyê êrîş kiriye ser cihên sivîl, wekî weşanxaneya kitêban, embara genimî, nexweşxaneya Kobanê, hola dawetan li Amûdê, kompaniya zeytûnan û zeyta zeytûnan û hwd. Ev yek jî rewşa aborî roj bi roj xirabtir dike. Ji bo mînak xanî bi 20 hezar dolaran tên firotin û kes nakire, litra mazotê gehaye şeş hezar lîreyên Sûriyeyî, gaz kêm heye, …”.

Herwesa amaje da rewşa diravî û got, “Rewşa dolarî wekî xwe maye lê careka din nirxên gelek tiştan dê bên bilindkirin”.

Wî aborînasî bal kişand ser hindek zirarên din, “621 hezar bermîlên petrolê hatine şewitandin, gist cihên gazê û eliktirîkê û petrolê keftine ber êrîşan”.

Herwesa ron kir, “Ev êrîş rêjeya bêkariyê jî zêdetir dikin, sûkên gelek bajar hatine giritn, gelek kes bêkar man û zarokên wan birçî mane”.

Li dawiyê jî got, “Tirkiye dixwaze ewlehî nemîne. Dema ewlehî nemîne, bazirganî û kirîn û firotina derve jî disekine”.