Li Rihayê 129 koçber hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parezgeha Rihayê ragihand, 129 koçberên neqanûnî hatine desteserkirin û herwesa 15 kes jî bi tometa qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) peyamnêrê K24ê Naîl Kadirhan amaje da, “Hat ragehandin ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Rihayê, di çarçoveya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtîya Koçberan û Qaçaxçiya Mirovan da, xebatên xwe yên ji bo girtina koçberên neqanûnî didomîne”.

Herwesa ragehand, “Di wê operasiyonê de, 129 koçber û 19 kes jî bi gomana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin”.

Peyamnêrê K24ê got, “Hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî piştî karûbarên qanûnî birin Rêvberiya Koç û Koçberan a Rihayê”.

Herwesa got, “Ew 19 kesên bi gomana qaçaxçîtiya koçberan hatibûn destserkirin jî piştî karûbarên bergiriyê şandin dadgehê”.

Zêdetir ron kir, “Li dadgehê 15 ji wan bi tometa qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin û ew birin girtîgehê, 2 kes bi mercê kontrola dadî û 2 kes jî bê merc hatin berdan”.