Tirkiyeyê erebeyeka çekdarên PKKyê li gundekê Dihokê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragehand, berî demekê kêm balafirên şerî yên Tirkiyeyê erebeyeka çekdarên PKKyê li gundê Xurpiniyê yê girêdayî nahyeya Zawîte ya parêzgeha Dihokê kir armanc.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, ew gund 30 deqîqeyan ji navenda parêzgeha Dihokê dûr e.

Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sinorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piraniya wan gundan dikevin sinorê parêzgeha Dihokê. Vê yekê jî zirareka zêde gehandiye kertên geştiyariyê û çandinê yên Herêma Kurdistanê.

Li gor dawî amajeyên naverasta meha Tebaxê ya îsal, 274 gund li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê Qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.