Li Ruhayê di çalakiya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê de 10 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniya rojnamevanî hatin şermezarkirin. Piştî çalakiyê jî 10 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, duhî endam û rêveberên DEM Partiyê, bi armanca şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniya rojnamevanî dan.

Di daxuyaniyê de gotin, firokeyên Tirkiyeyê deverên sivîl dikin armanc û di êrişan de zarok û jin û kesên sivîl tên kuştin.

Polîsa Tirkiyê bi hinceta ku sivakatî li hêzên ewlekariya Tirkiyê dikin, rênedan ku daxuyanî temam bibe û êrişî çalakvanan kirin. Di encamê de, 10 kes hatin binçavkirin.

Berî çend rojan jî, li Dêrsimê, êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û di encamê destêwerdana polisan de, 6 endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin.