Yariya “Super” a Tirkî li Siûdiyê ji ber wêneyê “Ataturk” hat hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Riyadê di navbera berpirsên werzîşê yên Siûdiyê û du tîmên sereke yên Tirkiyeyê, Galatasaray û Fenerbahçeyê alozî rû da û yariya her du tîman hate hilweşandin.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê li hember 4.5 milyon dolar, biryar girtibû yariya dawî ya Cama Super a Tirkiyeyê ya di navbera Galatasaray û Fenerahbahçeyê de, li Riyadê were lîstin.

Yarî biryar bû duhî êvarê bihata lîstin, lê yarîzanên her du tîmên Tirkiyeyê xwastin bi wêne û dirûşmeke Damezirînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatûrk biçin nav yarîgehê, lê dema ku berpirsên werzîşê yên Siûdiyê rê nedan wan, alozî rû da û Galatasaray û Fenerbahçe yariya xwe hilweşandin.

Di derheqê aloziyê de Siûdiyê jî daxuyaniyek da û ragihand, her du tîmên Tirkiyeyê pabendî rênima û yasayên navdewletî yên werzîşê nebûne û ji ber pabendnebûna wan, yarî nehatiye kirin.