PDK bi fermî giliyê li dijî encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan tomar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) bi fermî li Bexdayê giliyê li dijî encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê yên tomar dike. Rayedarekî PDKê dibêje: “Em piştrast in ku dengên me ji yên ku hatine ragihandin, zêdetir in.”

Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Hawar Mihemed ji K24ê re ragihand, dezgeha helbijartinan a PDKê li Bexdayê dê giliyeke fermî li dijî tevahiya proseya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê tomar dike.

Got jî: “Gelek têbîniyên me li ser hemû proseya hilbijartinan hene, bi taybetî hilbijartinên her du encûmenên parêzgehên Kerkûk û Neynewayê. Em piştrast in ku rêjeya dengên me gelekî ji ya ku hatiye ragihandin zêdetire.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja 28ê Berçile encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê eşkere kirin. Li gorî encaman, PDKê 4 kursî li Neynewa û 2 kursî jî li Kerkûkê  bidest xistine.

Duhî Înê jî, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed gotibû: “Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de, gelek asteng ji bo partiya me hatin çêkirin, her ji givaştinên ewlehî û siyasî heta bikaranîna aliyên darayî ji bo kirîna wijdana hindek xelkî, lê hevalên me û cemawerê serbilind ê partiya me bi dilgermî tevlî hilbijartinan bûn û asteng derbas kirin”.

Herwiha got: “Niha jî piştî ragihandina encaman ji aliyê Komisyonê ve, di ser têbîniyan û tomarkirina skalayên qanûnî re, em piştrast in ku partiya me ji ewa hatiye ragehandin zêdetir e”.

Herwiha got: “Di ser tane û têbîniyên me re, em wekî PDK ji bo diyalog û lihevguhertina dîtin û nerînan ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî  yên parêzgehan amade ne, li ser bingeha şeraketê û bicihanîna lihevkirinên siyasî û asayîkirina rewşa wan deveran ên ku pêştir lihevkirin li ser hatiye kirin û dabînkirina ewlehiyê û xizmetkariyan ji bo welatiyan bê cudahî”.