Netewên Yekgirtî hişyariyê ji “teqîna rewşê” li Rojhilata Navîn dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî ji zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û êrîşên komên çekdar nîgeran e û hişyariyê ji “teqîna rewşê” li herêmê dide.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Steven Dojarric ji derketina bûyerên mezin ji piştî şerê li Xezzeyê hişyarî da û got, ew ji berdewamiya êrîşên komên çekdar li Iraq û Sûriyê ji aliyekê ve û êrîşên Hûsiyên Yemenê li ser Deryaya Sor nîgeran in.

Dojarric got, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyan dike ku xwe bigirin û daxwaz ji endamên civaka navdewletî dike ku gavên bilez ji bo kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn bavêjin.

Ev di demekê de ye, bi destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de di Cotmeha borî de, Husiyên Yemenê jî bi dron û mûşekan êrîşî ser hêzên Amerîkî û keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor kirine.

li Iraq û Sûriyeyê jî, ji destpêka şerê Hamas-Îsraîlê ve li Xezeyê, zêdetirî 100 êrîşên bi dron û mûşekan li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî hatine kirin. Di êrîşan de bi dehan leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Amerîka jî li hember êrişên li ser hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê bêdeng namîne û çendîn caran pêgeh û baregehên grûpên çekdar ên ku dibêje “girêdayî Îranê ne” kirine armanc. Herî dawî jî, şeva borî hejmarek baregeh û barhilgir li ser sînorê Iraq – Sûriyê bombebaran kirin.