Çavên welatiyên Kerkûkê li guhartinê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hin aliyên siyasî pêşwaziyê li destpêşxeriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ji bo destpêkirina gotûbêjan bo avakirina hikûmetên xwecihî bi taybet li Kerkûkê. Çavdêrekî siyasî dibêje, her destpêşxeriyek girîng e, bi taybetî destpêşxeriya çareserkirina rewşa Kerkûkê.

Beşek ji xelkê Kerkûkê ji bo parastina nasnameya Kerkûkê, tedbîrên dijwar girtine, gelek ji wan welatiyên ku piştî 16ê Cotmeha 2017an koçber bûne, dengê xwe di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de dan, ji bo dawî li zilm û dagirkeriyê bê.

Welatiyê ji bajarê Kerkûkê Yaşar Cebbar ji K24ê re got: “Em naxwazin careke din koçber bibin. Em dixwazin rewşa Iraqê bê guhartin û milîs li Kerkûkê nemînin û rewşa leşker jî bidawî bibe.”

Piştî hilbijartinan welatî li benda guhertinê ne, tevî têbînî û gazindên PDKê yên derbarê pêvajoyê de, daxwaza diyalogê ji bo avakirina hikûmetên xwecihî dike, çavên aliyên siyasî jî li ser YNK û PDKê ye, ji bo bidawîkirina rewşa Kerkûkê, yekdeng bin.

Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê Ehmed Şêrwanî ji K24ê re ragihand, “Daxwaza PDKê di dema xwe de ye. Pêwîst e YNK û PDK xwedî projeyekê bin ku di berjewendiya gelê Kurd de be.”

Encamên hilbijartinên Kerkûkê bi awayekî ye ku bêyî rêkeftinê, hikûmeta xwecihî ava nabe û tê pêşbînîkirin ku li Kerkûkê ev yek pir zehmet be. karkirina bi destpêşxeriya PDKê jî dikare beşek ji astengiyan nehêlibe.

Çavdêrê Siyasî Şêrzad Mame dibêje: “YNK ku di hilbijartinan de herî zêde kursî bi dest xistine, divê li Neynewa û Diyalaye jî wek PDK vekirî be, Ji ber vê yekê divê herdu jî xeleka hêzên siyasî berfirehtir bikin, di dawiyê de çi di berjewendiya kurdan de be, bikin.”