Serok Barzanî: Peyama gelê Kurdistanê hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya sersala nû di peyamekê de ragihand, “Peyama gelê Kurdistanê ji bo her aliyekî hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sersala nû, pîrozbahiyê li welatiyên hêja yên Kurdistanê, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim.”

Amaje bi wê jî kir, “Di demekê de ku em ber bi destpêka sala nû diçin, herêm bi giştî di bin gefa nearamî, krîz, şer û ajewa de ye. Pêwîst e her kes baş bizane ku mafê gelên herêmê ye ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn û herêma me êdî tehemûlê pirsgirêk, tundî, teror û bêaramiyê nake.”

Herwiha bal kişande ser wê yekê: “Ji bo parastina aştî, ewlehî û rêgirtin li belavbûna qeyran û metirsiyan li herêma me, erkê civaka navdewletî ye ku rola xwe bilîze û erkên xwe pêk bîne.”

Serok Barzanî got jî: “Di sala nû de, ew çaverêya ji Hikûmeta Federal a Iraqê heye ku bi arasteya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi prensîpên destûrî û berjewendiyên gelê Iraqê, gavan bavêje.”

Serok Barzanî tekez kir: “Peyama gelê Kurdistanê ji bo her aliyekî hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêvîdar im sala 2024an, bibe sala bidawîhatina kêşeyên li Îraq û herêma me û aştî û bextewarî bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû herêma pêk bê.”