Li Tirkiyeyê 1510 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Diyarbekir (K24) – Di operasyonên “KALKAN-5” de ku li 20 parêzgehan li dijî organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û koçberên neqanûnî hatin lidarxistin, 7️4 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û hezar û 510 Koçberên nêqanûnî hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, ew ê derfetê nedin bazirganên mirovan ên ku hewl didin welatê wan bikin armanca koçberiya neqanûnî û rêya derbasbûnê ya bazirganiya mirovan.

Alî Yerlîkaya li ser malpera xwe ye ciwakî eşkere kir ku di nav de Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Agirî, Antalya, Bedlîs, Bolu, Çanakkale, Edîrne, Dîlok, Îdir, Kocaelî, Konya, Meletî û Mugla jî heye, li 20 parêzgehan leşker, polîs û ewlehiya beravê li 6️3 cihên cuda operasyon hatin lidarxistin.

Alî Yerlîkaya wiha got:

“74 organîzatorên qaçaxçiyên koçberan hatin girtin. 5 ji wan hatin girtin. Ji bo 2 kesan biryara kontrola edlî hat dayîn. Operasyonên kesên din berdewam dikin. Di 31’ê Kanûna 2023’an de li 81 parêzgehan bi taybetî li Stenbolê; Di bin koordînasyona Walîtî û Midûriyeta Îdareya Koçê de wesayit û personelên pispor ên xala koçê ya mobîl ku tesbîtkirina koçberên neqanûnî hêsan dikin û lez dikin û her wiha Polîs, Jenderme û Ewlehiya Peravê wê bênavber kontrolên xwe bidomînin.’’