Serokwezîrê Iraqê daxwaza lêkolînkirina êrîşa li ser hêzên Pêşmerge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz ji saziyên ewlehiyê dike ku dest bi lêkolîneke berfireh li ser êrîşa tawankar ya li ser hêzên Pêşmerge li parêzgeha Hewlêrê bikin.

Ajansa fermî ya Iraqê îro 31.12.2023an ragihand, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî ferman da saziyên ewlehiyê ku lêkolîneke berfireh li ser êrîşa tawankar li ser hêzên Pêşmerge li parêzgeha Hewlêrê bikin.

Diyar kir jî, Sûdanî saziyên ewlehiyê yên Iraqê raspardine ku ji bo lêkolînkirina êrişê, hevahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Destnîşan kir jî, Sûdanî ev êrîş weke êrîşek li ser serweriya Iraqê binav kiriye û got: “Ew hewldanek ji bo têkbirina ewlekarî û aramiyê li navxweya Iraqê ye.”

Ev yek piştî wê tê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva borî 30.12.2023an demjimêr 11:45 bi 2 dronan êriş li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Pîrmam – Hewlêrê hate kirin, ku bi xweşî ve ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyanên madî çêbûne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de got: “Em dilgiraniya xwe ya kûr li hember êrişa teroristî ya şeva borî li ser baregeheke Hêzên Pêşmerge li bakurê rojhilatê Hewlêrê nîşan didin. Ez êrîşa hêzên deryasayî û hevkarên wan, bi tundî şermezar dikim.”

Herwiha got: “Ez bang li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikim ku bi kirdarî rêkarên pêwîst bigire ji bo rawestandina van êrîşan, cezakirina grûpan û kontrolkirina herêmên ku ji bo êrîşan têne bikar anîn.”