Serokê Giştî yê PWKê sersaxiyê li Selahattin Demirtaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Weltparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi peyamekê, sersaxî ji Selahattîn Demîrtaş û ji hemû malbata wan re xwast.

Serokê Giştê yê PWKê Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de got: “Me bi xemgînî bihîst ku Rêzdar Tahîr Demîrtaş ê bavê Rêzdar Selahattîn Demîrtaş ji ber nexweşîya xwe wefat kirîye. Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.”

Herwiha di peyamê de hat gotin: “Em sersaxî, sebir û metanetê ji Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û ji hemû malbata wan re dixwazim.”

Bavê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Tahîr Demîrtaş îro 31.12.2023an di temenê 78 saliyê de, li Diyarbekirê koça dawiyê kiribû.