Serokatiya Herêma Kurdistanê: Armanckirina Pêşmergeyan pêşhateka metirsîdar e

Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî wê êrîşa teroristî şermezar dike ya ku bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Hewlêrê kiriye armanc. Herwesa amaje daye, armanckirina hêzên Pêşmergeyan pêşhatrka metirsîdar e.

Îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de bi tundî ew êrîşa terorsitî şermezar kir a ku şeva borî bi dronan li sinorê parêzgeha Hewlêrê bingeheka hêzên Pêşmergeyan kiriye armanc.

Êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyan, ku hêzeka fermî ye û pareka sîstema bergiriyê ya Îraqê ye, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “pêşhateka metirsîdar û redkirî ye û gefan li aramî û seqamgiriya Îraqê dike”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji Hikûmeta Federalî ya Îraqê dike ku “rêkarên cidî bide ber xwe ji bo peydakirina êrîşkeran û sizadana wan û ji bo vê meremê jî lêkolînên hevpar û hevahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje daye wê yekê jî ku “Berdewamiya êrîşên dronan li ser Herêma Kurdistanê tenê zirarê digehîne aramî û seqamgiriya Îraqê û rewşê aloztir dike”.

Şeva borî (Şemî, 30ê Berçileya 2023ê) seet 11:45, bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.