Wezareta Derve ya Fransayê êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyan şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyan şermezar dike, herwesa Fransa daxwazê ji hemî aliyan dike ku rêzê li serweriya axa Îraqê bigirin û seqamgiriya Îraqê û Herêma Kurdistanê biparêzin.

Îro (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) Wezareta Derve ya Fransayê di derheqa êrîşkirina li ser bingeheka hêzên Pêşmergeyan ragehandinek parve kiriye, tê de hatiye, “Em wê êrîşa dronî, ya ku şeva borî li ser bingeheka hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin, bi tundtirîn awa şermezar dikin”.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Divê ev karên tundûtîj û neseqamgir rabiwestin û bikerên wan bên destnîşankirin û bigehin sizayên xwe”.

Fransa daxwazê dike ku rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê bê girtin, herwesa Fransa daxwazê ji hemî aliyan dike ku seqamgirî û ewlehiya Îraqê û Herêma Kurdistanê biparêzin.

Ev di demekê de ye ku şeva borî (Şemî, 30ê Berçileya 2023ê) seet 11:45, bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.