Îraq di rêzbendiya serî ya wan welatan de ye ku herî zêde hêzên neqanûnî tê de hene

Komeka çekdar li Îraqê
Komeka çekdar li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên neqanûnî yên Îraqê zêdebarî wê yekê ku bûne bargiraniyeka mezin li ser aborê welatî û her sal bi milyaran dînar ji dahata giştî jê re tê mezaxtin, Îraq rûbirûyî gelek arêşeyên navxsweyî û navdewletî jî kiriye.

Îraq di rêzbendiya serî ya wan welatan de ye yên ku herî zêde hêzên çekdar ên neqanûnî tê de hene, wan hêzên çekdar her ji destpêka çêbûna xwe Îraq rûbirûyî gelek arêşeyên navxweyî û navdewletî kiriye.

Êrîşên wan li ser bingeh û cihên hevpeymanan û şandina dronên bombekirî bo ser Hewlêrê û cihên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê wesa kiriye ku hevpeyman hizir di nehêlana wan de bikin.

Hêzên çekdar ên neqanûnî yên Îraqê li jêr bi dehan ala û navên cuda cuda hene ku hejmara çekdarên wan nediyar e, her sal budceyeka zebelah ji dahata Îraqê ji wan re tê mezaxtin û wekî mûçeyên mehane werdigirin, ku her bi bikaranîna wî dahatî Îraq rûbirûyî gelek arêşeyên mezin kiriye.

Ew hêzên çekdar bi hebûn û kiryarên xwe li ser xelkî û hikûmetê bûne bargiranî, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiryarên wan çekdaran wekî destdirêjiyên tawankarî diwesifîne.

Zêdebarî hebûna wan hêzên neqanûnî û mezaxtina bi milyaran dînar ji budceya giştî bo wan, nêzî 10 salan e ku Hikûmeta Îraqê budceya Herêma Kurdistanê biriye û bi milyaran dînaran qerdara qûtê welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê li gor destûra sala 2005ê ya Îraqê herêmeka destûrî ye û hêza Pêşmergeyan di çarçoveya hêzên fermî yên Hikûmeta Îraqê de ye.

Budceya Herêma Kurdistanê di destûra Îraqê de 17% hatiye diyarkirin, tevî ku di salên borî de jî gelek ji wê kêmtir ji Herêma Kurdistanê re dihat şandin, lê ji sala 2014ê were budceya Herêma Kurdistanê hatiye birîn.

Çavdêr û rexnegir dipirsin ku çawa Hikûmeta Îraqê bi sedan milyar dînaran ji bo komên çekdar ên neqanûnî terxan dike lê amade nîne ku qûtê xelkê Herêma Kurdistanê bişînin, ku mafekê wan ê sade ye.