Di sala 2023ê de 21 hezar rûdanên agirberbûnê li Îraqê hatine tomarkirin

Avahiyê Soranê ku tûşî rêdana agirberbûnê bûbû
Avahiyê Soranê ku tûşî rêdana agirberbûnê bûbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Îraqî ya Kesk ragehand, li dû wê amara li sala 2023ê di derheqa rûdanên agirberbûnê li Bexdayê û bajarên din ên Îraqî de hatiye komkirin, rûdana Hemdaniyeyê ji hemî rûdanên din diyartir e.

Îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) Rewangeha Îraqî ya Kesk beyannameyek parve kiriye û tê de amara rûdanên agirberbûnê li Îraqê parve kiriye. Li dû wê amarê, hejmara rûdanên agirberbûnê li Îraqê û Herêma Kurdistanê gehştiye 21 hezar û 24 rûdanan ku li xwaringeh, avahî û dezgehên hikûmî û yên nehikûmî rû dane, piraniya wan rûdanan jî li Bexdayê bûne.

Herwesa ragehandiye, rûdana agirberbûnê ya Hemdaniyeyê ji hemî rûdanên din diyartir bû û gelek karvedan hebûn. Piraniya sedemên agirberbûnê yên Besreyê jî ji ber şortên karebayê bûne, ew jî ji ber nebûna şertên silametiyê bûye.

Herwesa amaje daye, rûdanên agirberbûnê yên sala 2023ê li beranberî yên sala 2022ê bi rêjeya 21% kêmtir bûne, ew jî ji ber wan bizavan e yên ku ji bo hişyarkirina welatiyan ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve tên kirin.

Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Îraqê jî amara xwe ya rûdanên agirberbûnê parve kiriye ku ji aliyê mêrên bergiriya şaristanî ve li hemî parêzgehên Îraqê hatine vemirandin, ji bilî yên Herêma Kurdistanê.

Ew amar a wan rûdanên agirvemirandinê ye yên ku li nav avahiyên hikûmetê û bazirganî û kargehan û embaran û xaniyên akincîbûnê û zeviyê çandinê çê bûne.

Li dû wê amarê, tevahiya rûdanên agirberbûnê li sala 2023ê de gehiştiye 21.024 rûdanan, lê hejmara rûdanên agirberbûnê li sala 2022ê gehiştibû 32.477 rûdanan. Yanî li sala 2023ê li beranberî sala 2022ê bi rêjeya 21% kêm kiriye.

Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Îraqê ragehand, “Eşkere bûye ku bi rêjeya 60% rûdanên agirberbûnê ji ber şortên karebayê û wan torên karebayê bûne yên ku wekî tevnpîrkan ji jeneratoran derkeftine, zêdebarî yarîkirina zarokan bi agirî bi rêjeya 15% û 7% jî ji ber hevrikiyên eşîretan rû dane.

Bergiriya Şaristanî eşkere kiriye ku wan 455 kes di rûdanên agirberbûnê de li sala 2023ê rizgar kirine, herwesa 411 milyar û 501 milyon û 400 hezar dînarên Îraqî jî ji kertên giştî û taybetî di wan rûdanan de ji sotinê parastine.