Tometbarekê rûdana şehîdkirina polîsê Kerkûkê hat girtin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsên Kerkûkê ji K24ê re eşkere kir, yek ji wan kesên ku li sûka Lengeyê ya Kerkûkê teqe li du polîsan kiribû hat girtin.

Îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsên Kerkûkê ji K24ê re ragehand, yek ji wan her du çekdarên ku li nav sûka Kerkûkê polîsek şehîd kiribû û polîsek û welatiyekê sivîl jî birîndar kiribûn hat girtin.

Li dû gotina wê çavkaniyê, ew çekdar li sinorê nahyeya Leylanê hatiye girtin.

Pêştir li nav sûka Lengeyê ya Kerkûkê du çekdarên nenas êrîş kiribû ser du polîsan, di encamê de polîsek şehîd bû û polîsek û welatiyekê sivîl jî birîndar bûn.

Ew polîsê hatiye şehîdkirin Kurd e, navê wî Şivan Tahir e, jiyê wî 38 sal e û babê çar zarokan e. Piştî ku ji pizişkiya dadê hat derxistin, ew li goristana Derwazeyê hat veşartin.

Kesûkarên wî polîsî got, “Şivanî arêşe bi çi kesekî re nebûn û li wê bawerê ne ku ew kiryar teroristî be”.

Her di warî de Cîgirê Birêveberê Polîsên Kerkûkê Elî Muteşer ji K24ê re ragehandibû, “Ji rûdanên destpêkê diyar bûye ku ew rûdan bi temamî teroristî bûye ji ber ku di awayê wê tawanê de diyar e ku rûdaneka şexsî ya taybet nîne. Bi aneha Xudê, di çend seetên bê de tawanbar dê bên girtin”.