Li Malatyayê qezayeka trafîkê rû da, 4 mirî û 36 birîndar hene

Malatya
Malatya

Malatya (K24) – Li Malatyayê qezayeka trafîkê rû da, di encamê de li gorî agahiyên destpêkê 4 welatî mirine û 36 welatî jî birîndar bûne, ku nava birîndaran de kesên birîna wan giran jî hene.

Peyamnêrê K24ê li Malatyayê ragehand, li Argana Malatyayê di encama qezayeka trafîkê de, 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, otobêseka rêwiyan li ser rê qulibiye û barhilgirekê jî li otobêsa rêwiyan daye, di encamê de jî 4 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên bajêr hatine rakirin, ku nava birîndaran de kesên rewşa wan giran jî hene.

Hat zanîn ku otobêsa rêwiyan ji Stenbolê dihat û diçû Malatyayê.