Elî Teter: Kabîneya nehê 932 piroje li Parêzgeha Dihokê bi cih anîne

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Dihokê radigehîne, di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 932 pirojeyên cuda cuda li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn, û pirojeyên wê dê ji bo sala 2024ê berdewam bin. Herwesa got, “Em dê îsal bi rengekê taybet giringiyê bidin her du kertên geştyarî û çandinê”.

îro (Sêşem, 2ê Çileya 2024ê) Parêzgerê Dihokê Elî Teter di konfiranseka rojnamevanî de hejmara wan piroje, kar û çalakiyan ragehand ên ku di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn.

Parêzgerê Dihokê amaje da, “Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van salan de, bi gojimê yek tirilyon û 35 milyar dînaran, 932 pirojeyên cuda cuda di kertên rê, kareba, av, çandin, tendirustî û perwerdeyê de bi cih anîne. Herwesa destûriya weberhênanê daye 65 pirojeyên cuda cuda ku bi gojimê yek tirilyon û 88 milyar dînaran hatine bicihanîn. Yanî tevahiya wan pirojeyên di dema kabîneya nehê de li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn 997 piroje bûn û bi gojimê du tirilyon û 123 milyar dînaran hatine bicihanîn”.

Parêgerê Dihokê got, “Îro dewama fermî ya dezgehên fermî yên hikûmetê dest pê kir. Bi destpêkirina dewamê re, me razîbûna xwe li ser bicihanîna hejmareka pirojeyên xizmetkariyê di warên tendirustî, rêyan û çandinê de diyar kiriye, ku dê li van nêzîkan dest bi bicihanîna wan bê kirin û pirojeyên me dê berdewam bin”.

Li dû gotinên Elî Teter, hejmareka din a pirojeyên mezin ên xizmetkariyê li parêzgeha Dihokê tên bicihanîn û berê binyatî ji bo çend pirojeyên din jî tê danan. Amaje da wê yekê jî ku ew dê di îsal de giringiyeka taybet bi her du kertên geştyarî û çandinê bidin.

Parêzgerê Dihokê tekez kir, “Kertê çandinê li parêzgeha Dihokê pêşkeftineka gelek baş dîtiye, nexasime di warê zêdebûna berhemên xwemalî yên cotyarên me û hinardekirina wan ji bo derveyê welatî de, wekî tehîn, simaq, pitat, hingivîn, birinc û hinaran”.

Herwesa got, “Heta werzê Biharê, hejmareka pirojeyên mezin û sitratejî di warê çandinê de, ku me pêştir berê binyatê jê re danabû, dê bên vekirin”.

Wekî ku Elî teter behs kir, ew pirojeyên di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn bi sedan derfetên karî ji bo ciwan û welatiyên parêzgeha Dihokê peyda kirine.

Parêzgerê Dihokê ew yek jî berçav kir ku zêdetirî 75% karkerên wan pirojeyan navxweyî bûne û rêjeya karkerên navxweyî ya hindek ji wan pirojeyan gehiştiye 100%.

Got jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî piraniya pirojeyên weberhênanê li parêzgeha Dihokê bûye, çi ji aliyê dabînkirina erdî an jî ji aliyê madî ve be”.