Hejmara endamên Heşda Şeibî di nava du salan de 116 hezar zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tenê di nava du salan de hejmara endamên Heşdî Şeibî 116 hezar kes zêde bûye û ji sedî 15ê bûdceya îsal ji bo sektora ewlekarî û leşkerî hatiye terxankirin.

Zêdebûna hejmara endamên Heşdî Şeibî ku ji bûdceya Iraqê tê fînansekirin, bûye barekî din li ser aboriya Iraqê. Herwiha gelek caran jî li derveyî hikûmetê, tevgerê dikin û qeyranên siyasî çêdikin.

Tevî ku Iraqê bi fermî serkeftina li dijî DAIŞê ragihandiye, lê hejmara endamên Heşdî Şeibî tenê di nava du salan de, 116 hezar kes zêde bûye.

Hejmara endamên Heşdî Şeibî di bûdceya sala 2021ê de, 122 hezar kes hatibû diyarkirin, lê li gorî rapora Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, hejmara endamên Heşdî Şeibî di bûdceya sala 2023ê de derketiye 232 hezar û 75 kesan.

Çavdêrê siyasî Muxlid Hazim ji K24ê re got: “Ji bo aramiya Iraqê pêwîstî bi bingeheke ewlekarî û leşkerî heye. Îro pêwîstiya Iraqê bi hêzên perwerdekirî û çekên pêşketî heye. Lê ev hemû pêwîst e ji aliyê fermandariya giştî ya hêzên çekdar û hikûmetê ve bên çavdêrîkirin.”

Ji sedî 15ê bûdceya îsal ji bo sektorên ewlekarî û leşkerî hatiye terxankirin, hejmara hêzên leşkerî yên Iraqê yên di nav de Wezareta Berevaniyê, Navxwe û Heşdî Şeibî de, zêdetirî 1.6 milyon çekdar e. Ev hejmar jî her sal zêde dibe û wek barekî din li ser aboriya Iraqê tê dîtin.

Di vê derbarê de, aborînas Sebah Igêlî ji K24ê re got: “Zêdebûna hêzan, barekî li ser bûdceyê çêdike. Niha pêwîstiya me bi pêşxistina van hêzan heye, lê zêdekirina hejmara leşkeran, barekî din li ser bûdceyê ye.”

Di bûdceya sala 2023an de, 3 trîlyon û 468 milyar û 754 milyon dînar ji bo mûçe, 58 milyar û 148 milyon dînar ji bo amûran, 6 milyar û 521 milyon dînar ji bo xizmetguzariyê û 14 milyar û 578 milyon dînar ji bo çakkirina alavan hatiye terxankirin.