Li Helebceyê sayloyek û 10 embar ji bo berhemên cotyaran tên çêkirin

Çêkirina sayloyekê li Helebceyê
Çêkirina sayloyekê li Helebceyê

Helebce (K24) – Li ser budceya weberhênana Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi çêkirina sayloyekê û 10 embaran ji bo parêzgeha Helebceyê hatiye kirin. Heta niha Helebceyê çi saylo nebûn, bi çêkirina vê sayloyê arêşeya hilgirtina genimî tê çarekirin.

Her sal li ser rûberê 60 hezar donemên erdî genim û ceh li Helebceyê tên çandin, berhemê salane jî digehe zêdetirî 40 hezar tonan.

Birêveberê Giştî yê Çandinê li Helebceyê Star Mehmûd ji K24ê re got ku çêkirina saylo û embaran giring dibîne, amaje da wê yekê jî ku dikarin ji bo demeka dûr û dirêj genimî di wan sayloyan de hilbigirin.

Rûberê wê sayloyê û wan her deh embaran 52 donemên erdî ye û bi gojimê 27 milyar û 500 milyon dînaran li ser budceya weberhênana Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê çêkirin û biryar e di dema du salan de bê temamkirin.