Komele û sendîkayên Kurdistanê ji bo Hikûmeta Îraqê: Milîşyayan ji meydana serbazî dûr bixe

Konfiransa rojnamevanî ya yekîtî û organên civaka sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê / wêne: Kurdistan24
Konfiransa rojnamevanî ya yekîtî û organên civaka sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê / wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtî, komele û sendîkayên Kurdistanê daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku milîşyayan ji meydana serbazî ya Îraqê dûr bixe û lêkolînên cidî li ser êrîşên dronî yên li dijî Herêma Kurdistanê bike.

Îro (Çarşem, 3ê Çileya 2024ê) yekîtî û organên civaka sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de, êrîşên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin û givaştinên siyasî bi tundî şermezar kirin û tevaya berpirsyariya parastinê xist aliyê Hikûmeta Federalî.

Herwesa got, “Li gel dijwarbûna hevrikiyên herêmî û navdewletî û çêbûna şerî û neseqamgiriyê li Rojhilata Navîn, neyarên Herêma Kurdistanê bi rengên cuda cuda yên siyasî û darayî û heta êrîşên dronî li ser balafirxane û bingehên Pêşmergeyan welatê me dikin armanc”.

Komele û sendîkayên Herêma Kurdistanê tekez kir, “Armanca wan êrîşan têkdana ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye û em hemî bizavên bi wê meremê şermezar dikin”.

Herwesa ragehand, “Ji bo rêgirtina li van êrîşan û kontirolkirina wan, em hêvîdar in Hikûmeta Îraqê wan milîşyayan ji meydana serbazî ya Îraqê dûr bixe û lêkolînên cidî li ser wan rûdanan bike”.

Yekîtî û organên civaka sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê daxwazê ji Civaka Navdewletî, balyozxane, konsulxane û hêzên Hevpeymanan dike ku, “Li dijî van êrîşên dijminkarane yên ku li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin derbikevin û piştevanî û arîkariya Herêma Kurdistanê bikin ku xwe ji van êrîşan biparêze”.

Di dawiya peyama xwe de amaje da, “Em hemî bizavên têkdanê li ser Herêma Kurdistanê red dikin û daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê bi zûtirîn dem çare bike, ku bûne sedema qeyraneka darayî. Çarekirina arêşeyan dê ji bo nehez û dijminan bibe bersiveka erênî û bibandor”.