Du teqîn li nav merasîmên bîranîna Qasim Silêmanî çê bûn: Bi dehan kuştî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber du teqînan li nav merasîmên bîranîna Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê de, hejmarek mezin ji xelkê hatin kuştin û birîndar bûn.

Ajansên Îranê ragehand, îro di merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de li bajarê Kirmanê de, du teqînên li dû hev rû dan û hejmarek mezin ji xelkê hatin kuştin û birîndar bûn.

Berdevkê Desteya Rewşa Awerta ya Bijîşkî ya Îranê ragihand, hejmara kuştiyên du teqînên bajarê Kirmanê, gihîşte 73 kesan û 172 birîndaran.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, ev êrîş terorîstî ye ku terorîstekî du bombe xistine çenteyekê û di merasîmê de teqandine.

Hevdem jî, berpirsên ewlehiyê daxwaz ji pişkdarên merasîma bîranîna Qasim Silêmanî kirine ku ji wî cihî dûr bikevin.

Îro çaremîn salvegera kuştina fermandarê berê yê Supaya Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ye, gelek kes serdana mezargeha wî ya  li bajarê Kermanê kirin.

Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis roja 03-01-2020 li nêzî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê di êrîşa droneke Amerîkayê de hatibûn kuştin.