Li ser rêya Qamişlo - Hesekê 4 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Qamişlo - Hesekê, bûyereke trafîkê rû da û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji K24ê re got, li ser rêya navdewletî ya Hesekeyê, îro 3ê Çileya 2024an, otobusek û kamyonekê li hev ketin û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan û 25 birîndar kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyaran, yek ji qurbaniyên bûyera îro, Ferîd Ekrem Hesê yê 36 salî ye, ku xelkê Qamişloyê ye û bavê zaroyekê ye.

Di werzê Zivistanê de car caran mij çêdibe, polîsên trafîkê û aliyên pêwendîdar hişyariyê didin welatî û ajokaran ku ji bo parastina jiyanaw welatiyan, pabendî rênmayên çûnûhatinê bibin.