Feysel Yûsif: ENKS û Itîlaf çawaniya rawestandina binpêkirinên li Efrînê gortûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – ENKS û Itîlafa Opozisyona Sûriyê binpêkirinên çekdarên opozisyonê li Efrînê û çawaniya rawestandina van binpêkirinan gortûbêj kirin.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsifî ji K24ê re ragihand, ENKSê û Itîlafa Niştimanî ya Opozisyonê bi rêya “online” civîniyan.
Diyar kir jî, herdu aliyan mijara rawestandina binpêkirinên çekdaran li Efrîn û Serêkaniyê, vegera koçberan, aktîvkirina rola ENKSê di Itîlafê de herwiha rewşa siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya ENKSê, herdu aliyan li ser avakirina komîteya şopandina binpêkirina û sizakirina tawanbaran lihev kirin.
Herwiha her du aliyan piştgiriya xwe ji tevgera aştiyane ya li parêzgeha Suweydayê re ragihandin, ku ev çend meh in li meydana Kerama xwe pêşan didin û dadî, rûmet, azadî û demokrasiyê dikin.