Hikûmeta Herêma Kurdistanê 70 milyar dînar ji bo nexweşxaneyên penceşêrê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî qeyranên ku rûbirûyî wê bûne jî, xizmetguzariyên xwe ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê berdewam kiriye. Ji bo vê mebestê jî 70 milyar dînar ji bo nexweşên penceşêrê dabîn kiriye.

Nexweşxaneya Nanekelî ya Hewlêrê, yek ji nexweşxaneyên e ku li ser Iraqê herî zêde nexweş sedana wê dikin, di sala 2023an de zêdetirî 63 hezar nexweş ji bo dermankirinê serdana wê kirine.

Nexweşên penceşêrê ji K24ê re ragihandin, hemû xizmetguzariyên sereke li nexweşxaneya Nanekelî hene û bijîşk û karmendên vê nexweşxaneyê bi hemû awayî hevkariya wan dikin, weke ku li malê bin û xizmeta malbatên xwe dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nexweşxaneyê alîkariya nexweşan dike û kesên ku pêwîstiya wan bi wan bi derve hebe, wan dişîne derve.

Rêvebirê Nexweşxaneya Nanekelî Herdî Cewad ji K24ê re ragihand, nexweşxane weke hemû nexweşxaneyan bûdceya xwe heye û bi rêya Wezareta Tendirustiyê û Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê jî bo wê hatiye terxankirin. Beşek din a budçeya nexweşxaneyê jî, bi rêya Fona Alîkariya Nexweşên Penceşêrê tê dabînkirin.

Bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo nexweşxaneyên penceşêrê, 70 milyar dînar e û li ser navendên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tê dabeşkirin. Di sala 2023an de, 63 hezar û 720 nexweş çûne Nexweşxaneya Nanekelî û 1811 nexweşên penceşêrê yên nû jî li nexweşxaneyê hatine tomarkirin.