Hakan Fîdan: Hevpeymaniya PKK-YNK bi tevahî li dijî îdareya Hewlêrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dibêje, PKK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevpeymaniyek pêk anîne, hevpeymaniya PKK-YNK’ê bi tevahî li dijî îdareya Hewlêrê ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqerê ji rojnamevanan re got: “PKK û YNKê li dijî îdareya Hewlêrê hevpeymaniyek pêk anîne.”

Herwiha got: “Ji bo ku  hevpeymaniya di navbera PKK û YNK’ê de nebe hevkêşeyek bi bandor li herêmê, em xebatên xwe didomînin.”

Ev daxuyaniya Fîdan di demekê de, Rêvebirê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hindirên Hîwa berî çend ji K24ê re ragihandibû, hikûmeta Tirkiyeyê qedexeya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 22-06-2yê dirêj kir.

Roja 03-07-2023an jî, Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên ligel Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3-1-2024an dirêj kiribû û niha jî heta 22-06-2-2024 dirêj kir.

Pêştir jî Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, rawestandina geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê, ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerandibû.

176 nivîsgeh û birîkarên geştûguzariyê li parêzgeha Silêmaniyê rojane reklama geştên esmanî bo Tirkiyeyê dikirin, lê piştî rawestandina geştên asmanî di navbera Tirkiye û Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de, hin nivîsgehan reklamên xwe rawestandin.