Partiyên siyasî Li Diyarbekirê dest bi xebatên hilbijartinên şaredariyan kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji bo xebatên Hilbijartinên Rêveberiyên Şarederiyan ên 31ê Adara 2024an ku dê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, pêvajoya fermî dest pê kir. Partiya Dem, Partiya Saadetê û Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê ku lez dan xebatên xwe, amaje dikin ku qeyûman herêm rûxandiye û bi yek dengî dibêjin ku di serî de çand û ziman, ew ê ji daxwazên xelkê re bibin bersiv.

Lijneya Hilbijartinên Bilind a Tirkiyeyê (YSK), pêvajoya fermî ya ji bo Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên şarederiyan ragihand. Li gorî daxuyaniya YSKê, mafê 36 partiyan heye ku   tevlî hilbijartinan bibin. Rêveberên Partiya Dem ku di xebatên xwe de rewşa bajar û navçeyên Kurdan ku bi destên qeyûman tên rêvebirin jî li ber çavan digirin, balê dikişînin ku ev hilbijartin ji bo wan ne hilbijartineke ji rêzê ye.

Rêveberê Partiya Dem a şaxa Diyarbekirê Îrfan Soner ji K24ê re got: “Rûxandina ku hatiye kirin, li ser çanda me ye, li ser zimanê me ye, li ser navên taxên me yên bi Kurdî ye, li ser gundên me ne. Ango li ser warên me yên ku gelê me dixwaze li ser bi Kurdewarî bijî, rûxandin hatine kirin. Xebatên ku werin kirin, divê gel pêşwazî bikin. Dema ku welatiyên me hatin nav şaredariyan, divê bizanibin ku hatine warên xwe. Divê em xebatên xwe bi vî awayî bidin meşandin. Jixwe xebatên me jî li ser vî awayî ne.”

Di van hilbijartinan de dê şaredarên bajarên mezin, şaredarên bajar û navçeyan, endamên civatên şaredariyan, muxtar û lijneya şêwira extiyaran bên hilbijartin. Partiya Maf û Azadiyan Hak Par ku bi bernameyeke li ser daxwaz û pêdiviyên gelê Kurd beşdarî van hilbijartinan dibe, bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd dike ku piştgiriya hev bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Hak Parê Mihemed Şah Eren got: “Em dibêjin dema ku şaredarî bikevin destên me, em ê projeyên li ser çand û zimanê Kurdî û hunera Kurdî bi pêş bixin. Em ê di her şaredariyên xwe de dibistanên Kurdî vekin. Cudahiya me dê ev be. Em ê daxwazên gelê xwe bi cih bînin. Projeyên me jî hene, em ê dem bi dem van projeyên xwe jî di pêvajoya hilbijartinan de eşkere bikin.”

Partiya Saadetê jî yek ji wan partiyan e ku di xebatên xwe de girîngiyê dide daxwaz û pêdiviyên gel. Rêveberên Partiya Saadetê ya Şaxa Diyarbekirê jî eşkere kir ku dema ew bi ser bikevin, di serî de ji bo hejarî û mexdûriya erdhejê; ew ê ji bo pêşveçûna Zimanê Kurdî jî gelek xebatan bimeşînin.

Serokê Partiya Saadetê ya Şaxa Diyarbekirê Abdurrahman Ergîn dibêje: “Gelek mamoste di zankoyan de beşên Kurdî dixwînin lê ji ber ku dewlet erkê nade wan, bê kar dimînin. Ev, kêmasiyeke mezin e. Jixwe me berê jî ev dihanî zimên. Piştî em werin hilbijartin jî em ê bînin zimên. Dema ku ji bo zimanekî nirx bê dayîn, ew ziman bi pêş dikeve. Em ê nirx bidin zimanê Kurdî. Dema ku nirx bê dayîn, jixwe hinek tişt jixweber tên.”

Partiya Dem, Hak Par û Partiya Saadetê; di bernameyên xwe de li ser çand û Zimanê Kurdî û xizmeta bi rêk û pêk radiwestin. Peyama hersê partiyan a hevpar jî ew e ku kîjan partî bi ser dikeve bila bikeve, ew bi tu awayî hişmendiya qeyûman qebûl nekin.