Esed “Qasabê Dareya” wek Serokê Îstixbarata Asmanî destnîşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kesekî ku di lîsteya sizayên Amerîkayê de ye, wek Serokê Îstixbarata Asmanî ya Sûriyeyê destnîşan kir.

Medyaya Sûriyeyê belav kir, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed, Qehtan Xelîl weke serokê nû yê Îstixbarata Asmanî li şûna Xesan Îsmaîl destnîşan kiriye.

Li gorî zanyariyan, serokê berê yê Îstixbarata Asmanî Xesan Îsmaîl, piştî teqîna li Kolêja leşkerî li Humsê di Cotmeha 2023an ji karê xwe hatibû dûrxistin.

Qehtan Xelîl bi nasnavê “Qasabê Dareya” tê binavkirin, ji ber ku ew rasterast berpirsê komkujiya bajarokî Dareya yê li Xûtaya Rojavayî ya paytext Şamê di sala 2012an de bû, ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Ev komkujî bû sedem ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di dawiya sala 2018an de cezayan li ser wî bisepîne.

Li gor malpera “Bi Dadweriyê re” Qehtan Xelîl yek ji çavdêrên eşkencekirin û kuştina girtiyan di zindana navdar a Firokxaneya Leşkerî ya Mezzê de di dema şoreşa Sûriyê de bû.

Rêveberiya Îstixbarata Hêza Asmanî, bihêztirîn dezgeha ewlehiyê li Sûriyeyê ye, ev yek jî vediger ji ber rola Hafiz Esed weke fermandarê hêzên asmanî yên Sûriyê ye. Herwiha rola aktîf a vê dezgehê di tepeserkirina Îxwan Mislimîn a di salên 80î yên sedsala borî de hebû.