Yehya Resûl: Em hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji êrîşa li Bexdayê berpirsyar dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşa li ser baregeha Heşda Şeibî li Bexdayê tometbar kir û got: “Ev yek binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlehiya Iraqê ye.”

Yehya Resûl daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser navendeke Heşda Şeibî li Bexdayê de belav kir ku tê de, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Yehya Resûl ev êrîş bi “binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlekariya Iraqê” bi nav kir û got: “Ti cudahiya wê ji kiryarên terorîstî nîne.”

Herwiha got jî, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li hember vê êrîşa bêserûber a li ser dezgeheke ewlekarî ya Îraqî “berpirsyar” in ku di bin desthilatdariya fermandarê giştî de kar dike.

Destnîşan kir jî, “ev êrîş berûvajî hemû têgihîştinên di navbera hêzên çekdar ên Îraqî û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.”

Yehya Resûl di beşeke din a daxuyaniya xwe de, armanckirina baregehên Heşda Şeibî li Bexdayê weke pêşhat û êrîşeke metirsîdar li ser Iraqê bi nav kir.

Ev daxuyaniya Yehya Resûl piştî wê, dronekê îro danê nîvro baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve li kolana Filistîn a Bexdayê kire armanc û tê de, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Heta niha Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê vê êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nedane û berpirsiyariya wê negirtine ser xwe.