Vedat Koçal: Îfadeyên Demîrtaş serweriya Tirkiyeyê rasterast rexne dikin

Vedat Koçal
Vedat Koçal

Navenda Nûçeyan (K24) – Doza Kobanê li bernaberî Selahedîn Demîrtaş berdewam e, îfadeyên Demîrtaş ji aliyê gelek Kurdan ve ne wekî xweparastin lê wekî gotina rastiyan tên binavkirin.

Di vî warî de akademisyenê Zanîngeha Dicleyê Vedat Koçal doh (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da. Vedat li destpêkê bi rêya K24ê sala nû li karmendên K24ê û gelê Kurd pîroz kir.

Akademisyenê Zanîngeha Dicleyê Vedat Koçal ji K24ê re got, “Îfadeyên Selahedîn Demîrtaş li beranberî dadgehê di medyaya civakî de deng vedan, xasma di nav ciwanên Kurd de, ji ber ku ew gotin ne her ew gotin bûn ên ku me heta niha ji Demîrtaşî dibihîstin”.

Zêdetir ron kir, “Berî niha siyaseta HDPyê siyaseta Tirkîbûnê bû û ev gotinên Demîrtaşî li dijî wê siyasetê ne. Ji xwe di navbera HDPyê û hind aliyên Kurdan de pirsgirêka Tirkîbûnê her hebû”.

Herwesa got, “Ez dixwazim bala we bikîşim ser sê xalan, ya yekê ew e ku Demîrtaş îfadeyên gelek bihêz hebûn. Got ku Kurdistan di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Herwesa got, ev welatê min e, axa min e, axa dayika min e û ev axa dayika min di bin dagirkeriya Tirkan de ye”.

Tekez jî kir, “Ev gotinên Demîrtaş rasterast serweriya Tirkiyeyê rexne dikin”.

Amaje da xala duyê jî, “Herwesa Demîrtaş got, ev sizayên Tirkan in ne yên Kurdan in . Ev îfade jî desthilata dadgehan a Tirkiyeyê rexne dike”.

Vedat xala sêyê jî bi vî rengî diyar kir, “Herwesa Demîrtaş di parêznameya xwe de gotiye, yê ku Peymana Civakî ya Komara Tirkiyeyê binpê kiriye Tirk in, ne Kurd in”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, “Gotinên Demîrtaş bandor li ser HDPyê jî heye ji ber ku hind arêşe di navbera HDPyê û Demîrtaşî de hebûn û rexne jî hebûn, ji bo mînak gotinên Demîrtaş li dijî siyaseta Tirkîbûnê ne û HDP wê siyasetê bi kar tîne”.

Herwesa got, “Ev îfadeyên Demîrtaş li dijî siyaseta neteweya demokratîk û axa hevpar û komara demokratîk û gotinên wesa yên Ocalanî ne ku girêdayî sitratejiya Tirkîbûnê ne”.

Li dawiyê jî got, “Ez li wê bawerê me ku Demîrtaş bi awayekê dijwar ji Ocalanî û siyaseta HDPyê cuda dibe”.