Blinken li Tirkiyeyê ye û bi Hakan Fîdan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê di çarçoveya serdana hejmarek welatên Rojhilata Navîn de, şeva borî gihişt Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çarçoveya serdana çend welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê de gihişt Stenbolê û îro dê bi hevpostê xwe Hakan Fîdan re û berpirsên Tirkiyeyê dê bicive.

Tê çaverêkirin, Blînken bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin bike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê rojeva sereke ya serdana Blinken bo Tirkiyeyê, pirsa endamtiya Swêdê bo NATOyê, pirsa firokeyên F-16, pirsa YPGê û şerê Îsraîlê û Hemasê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller diyar kir, Blinken dê mijarên di nav de “tedbîrên bilez ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Xazzeyê” gotûbêj bike.

Miller got jî, Blinken dê “rêgirtina li belavbûna çarçoveya aloziyan” li herêmê gotûbêj bike, bi taybet piştî kuştina serkirdeyê Hemasê li Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve. Herwiha pirsa êrîşên Hûsiyan li ser keştiyan li deryaya Sor.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir: “Derbaskirina aloziyan derveyî sînorên Xezzeyê, ne di berjewendiya ti kesî de ye - ne Îsraîl, ne herêm û ne jî cîhanê.”

Biryar e Blînken piştî Tirkiyê, dê serdana Yunanistan, Misir, Urdin, Siûdî, Qeter û Îmaratê, herwiha Îsraîl û Kerta Rojava ya Filistînê bike.