Tirkiye 15 kes bi tohmeta “sîxûriya ji bo Mossadê” digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê 15 kes bi tohmeta ku sîxûrtî ji bo Mossada Îsraîlê kirine hatin zindanîkirin.

Hefteya borî di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî Hawalgiriya Derve ya Îsraîlê Mossadê de, digel Stenbolê li heşt bajarên Tirkiyeyê 34 kes hatibûn desteserkirin.

Hat zanîn, 26 ji wan li Dadgeha Stenbolê hatin dadgehkirin û bi tohmeta “Sîxûrtiya Siyasî û Serbazî” biryara zanindanîkirina 15 kesan hate dayîn û 11 bergûman jî bi kontrola dadî hatin azadkirin.

Herwiha 8 bergûmanên din jî da ku werin dersînorkirin, bo Rêveberiya Koçûkoçberan hatin şandin. 

Serokê hawalgiriya navxwe ya Îsraîlê Şîn Bet, meha borî gotibû ew ê berpirsên Hemasê yên li Tirkiyeyê “jinav bibin”. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî jî nerazîbûn nîşan dabû û li ser egera operasyoneka Mossadê ya li nava Tirkiyeyê gotibû: “Baca vê dê gelek giran be, Îsraîl dê baceke giran bide”.