Li ser sînorê bi Sûriyeyê re şer di navbera Artêşa Urdunê û bazirganên madeyên hişbir de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi zêdebûna hewlên qaçaxçîtiyê re li ser sînorê Sûriye û Urdinê de, şer û pevçûnên di navbera artêşa Urdinê û bazirganên madeyên hişber de çekdarî derketin.

Jêderekî leşkerî ji Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê de îro 6ê Çile ragihand, ji danê berbangê ve şer û pevçûnên bi grûpên çekdar ên qaçaxçiyan re, li ser sînorên bakurê welêt derketine.

Diyar kir jî, di encama van şer û pevçûnan de, hejmarek ji qaçaxçiyan birîndar bûne û hatine girtin, herwiha rê li ber qaçaxçiya hejmareke mezin a madeyên hişber û çekan hat girtin.

Da zanîn jî, di çend rojên borî de hejmara operasyonan zêde bûye û hewlên qaçaxçîtiyê veguherîne çekdarî. Qaçaxçî hewl didin bi darê zorê sînor bi derbas bikin û hêzên pasewanên sînorî jî armanc digirin.

Ji aliyekî din ve, jêderên îstixbaratî yên Urdinê diyar kirin ku duhî firokeyên Urdinê çendîn êrîşên asmanî li hundirê Sûriyeyê li ser sînorê di navbera her du welatan de pêk anîn û embar û komgehên qaçaxçiyên madeyên hişber ên girêdayî Îranê kirin armanc.

Berpirsên Urdunî Hizbullaha Libnanî û aliyên din ên hevalbendên Îranê yên ku beşeke mezin ji başûrê Sûriyê kontrol dikin, tawanbar dikin ku li pişt zêdebûna qaçaxçîtiya madeyên hişber û çekan in.

Washington û berpirsên rojavayî yên di warê kontrolkirina madeyên hişber de dibêjin, Sûriye bûye cihê sereke yê bazirganiya madeyên hişber li herêmê, ku bi milyar dolaran tê texmînkirin.