Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û derbarê pirsa bûdce û mûçeyan de gotûbêjan ligel berpirsên hikûmeta Iraqê bike.

Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Huner Cemal ji K24 re ragihand, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Wezîrê Darayî dê serdana Bexdayê dike.

Huner Cemal got jî, şande dê sibe bi berpirsên hikûmeta Iraqê re, gotûbêjan li ser pirsa bûdce û mûçeyên karmendê Herêma Kurdistanê bike.

Diyar kir jî, yek ji mijarên serekî yên hevdîtinên şanda hikûmetê li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, dê sererastkirina yasaya bûdceya îsal be.

Pêştir Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragehandibû, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê vê heftiyê biçe Bexdayê û li ser bûdce û mûçeyan gotûbêj bike.  Got jî: “Şand dê ji bo çareseriyeke bi yekcarî dê serdana Bexdayê bike.”

Ev serdan dê bibe yekem serdana şanda Herêma Kurdistanê di sala 2024ê de bo Bexdayê ji bo temamkirina gotûbêjên sala borî li ser pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî mijara mûçe û pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî de.