PWK û HAK-PAR li ser pirsa hilbijartinên şaredariyan dicivin

Civîna PWK û HAK-PARê
Civîna PWK û HAK-PARê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) di hilbijartinên şaredariyan de, tekeziyê li ser girîngîya hemahengîya di navbera hêzên milî û demokratîk de dikin

Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragihandinê ya PWKê, şandeyeke PWKê ku ji Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk û endametiya PWKê Kasim Ergun, Mehmet Gul, Orhan Kaya û Nûnerê Stenbolê yê PWKê Cengîz Gungor îro 06.01.2024an li Stenbolê seredana HAK-PARê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirin partîyê pêşewazî li şanda PWKê kirin û di civînê de, li ser hilbijartinên şaredariyan ku biryar e di Adara 2024an de bên kirin, gûftûgo kirin.

Di civînê de, şandeya PWKê behsa sîyaseta PWKê ya di derbarê hilbijartinên şaredariyan de kir. Herdu aliyan kî girîngîya hemahengîya di navbera hêzên milî û demokratîk de anîn zimên û di derbarê hilbijartinên şaredariyan yên 2024an de, bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina şandeyên PWK û HAK-PARê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Ev yek piştî wê tê, Meclîsa PWKê roja 3ê vê mehê derbarê hilbijartinên şaredariyan de destpêşxeriyekê pêşkêş kiribû û gotibû: “Werin di hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an de, em namzetên xwe yên hevbeş bi hev re tespît bikin û bajarên xwe bi hev re îdare bikin.”

Meclîsa PWKê di wê daxuyaniya xwe de hotibû jî: “Em dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, qeza û beldeyan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran, bi beşdarîya partîyên siyasî, rêxistinên meslekî, sendîqa, dezgehên sivîl yên civakî û kesayetîyên di nava civatê de xwedî rûmet û bi bandor in re, li her bajar û qeza û beldeyan civînan amade bikin.”